Li Hewselê dema çinînê

Malbatên li derdora Baxçeyên Hewselê dijîn ji bo debara xwe bikin berên xwe dan nav baxçeyên hewselê û bi kom kirina xesan (marul), silk, rûka, rihan, îsto, bacanên reş, firingî û hwd, debara xwe dikin.

Baxçeyên Hewselê yên ku di navbera Sûrên dîrokî û Çemê Dîcleyê de ye, ji gelek kes û malbatan re bûye çavkaniya debara wan. Gelek malbatên ku li derdora baxçeyên hewselê dijîn, di her çar demsalên salê de ji bo debara xwe bikin berên xwe didin nav baxçeyên hewselê. Her wiha kesên ku bêzevî ne jî ji bo debara xwe bikin li cem kesên ku xwedî zevî ne dixebitin. Bi taybetî jinên ku di nava malbatên xizan de dijîn ji bo aboriya xwe her demsal di baxçeyê de dest bi çandin û çinînê dikin.

‘HEWSEL ÇAVKANIYA JIYANÊ YE’

Welatiyên ku di meha havînê de ji bo debariya xwe karê baxçe dikin ji bo çinîna, marol, rûqa, bexdenoz, rihan, baçanên reş, silk, îsot, firingî û hwd, berê xwe dan nava Baxçeyên Hewselê. Welatiyê bi navê Hecî Ezîz Sezgîn (55) ê ku ji zarokatiya xwe heta niha di nava Baxçeyên Hewselê de dixebite, diyar kir ku Baxçeyê Hewselê ji bo wî çavkaniya jiyanê ye.

‘JI BER KRÎZA ABORIYÊ REWŞA ÇANDIYÊ NEBAŞ E’

Sezgîn da zanîn ku zêdetirî 45 sal e bê navber di nava Baxçeyê Hewselê çandiniyê de û wiha axivî: “Ji bo zarokatiya xwe heta niha ez têm di nava Baxçeyên Hewlelê de çandiyê dikim. Min qet dibistan nexwendiye û ez karê baxçeyê ji bavê xwe hînbûme û ez ji vî karê çandiyê hînî zarokên xwe dikim. Ev baxçeyê mine û di nava baxçeyê xwe de firingî, bacan, (marul), silk, rûka, rihan, îsto  û hwd, diçinin. Zebzeyê ku em diçinin û diçînin em bi hespan dibin halê difiroşin. Salên berê rewşa çandiniyê gelek baş bû, lê niha ji ber bêaviyê û krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê rewş gelek ne baş e.”

‘KAREK ZEHMET Û KED DIVÊ’

Jina bi navê Fatima Sokmez jî anî ziman ku ji bo alîkariya dayik û bavê xwe ew her roj tê di nava Baxçeyê Hewselê dixebite. Sokmez bilêv kir ku tenê çavkaniya debarê ya malbata wan Hewsele û ev tişt got: “ Di serê sibehê de seat ji 07:00 heya êvarê seat 17:00 di zeviyê de em silk komdikin û dikin destî. Karekî zehmete û ked ji bo vî karî divê.”

‘HEQÊ DESTÊ XWE NASTÎNIN’

Jina bi navê Fatoş Kaya (25) ya ku ev 6 sal in ji bo debara malbata xwe karkeriya xesan dike li ser karê ku di hemû demsalê de di zeviya xesan de dixebite diyar kir ku di meha havînê de dibin germahiya rojê û di zivistanê de jî dibin baran û sermeya zêde de dixebitin. Kaya anî ziman ku zehmetiya herî zêde di bin barana payîz û zivistanê dibare de dîkşinin û wiha got: "Em di berbanga sibehê tên nav zeviyê û heya êvarê xesan kom dikin. Bi rastî em qet heqê destê xwe nastînin. Pereyê ku em distînin ne tu pere ye. Bi zorê têra pediviyên me dike. Ji bîlî vê kêrî tu tiştekî nayê."