Li Hewlêrê yekî destgîrkirî jiyana xwe ji dest da

Hêzên PDK’ê ku Zîrek Elî Mihemed li Hewlêrê destgîr kir, du saet bi şûn de telefonê malbatê kir û jê xwest ku cenazeyê wî ji Saziya Tiba Edlî ya Hewlêrê bigire.

Îro nava rojê li Hewlêrê kesekê bi navê Zîrek Elî Mihemed (40) dema li xwaringehê kar dikir, ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hat revandin. Piştî du saetan ji malbata wî re hat ragihandin ku Zîrek Elî jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî li Tiba Edlî ya Hewlêrê ye.

Birayê Zîrek, Zana Mihemed têkildarî mijarê axivî û got: “Birayê min dema li ser kar bû, ji aliyê navenda asayîşa Seydaweyê ve hatiye destgîrkirin. Piştre jî gotine cenazeyê wî li tiba edlî ye. Em ji mirina birayê xwe bi guman in. Asayîş ji vê bûyerê berpirs e.”

Zana Mihemed her wiha da zanîn ku heta ew sedema mirina birayê xwe nezanin ew ê cenaze wernegirin. Zana Mihemed got ku ger sedemê diyar nekin ew ê cenaze bibin tiba edlî ya Silêmaniyê.