Li Hewlêrê ji ber qezaya trafîkê 5 kes mirin
Li Hewlêrê di encama qezayeke trafîkê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Hewlêrê di encama qezayeke trafîkê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê vê sibehê qezayeke trafîkê rû da. Qeza li ser rêya 60 metrî ya sereke li nêzî parlamenta Herêma Kurdistanê rû da.
Hate ragihandin ku 2 wesayit li hev ketine û di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane. Cenaze ji bo otopsiyê şandin Tipa Edlî ya Hewlêrê.
Li ser bûyerê lêkolîn hate destpêkirin.