Li hemberî betonên AKP’ê li ber xwe didin

Dara çinarê û malên Wanê li hemberî betonbûna bajêr li ber xwe didin.

Malên Wanê ya ku yek ji fîgura herî dîrokî ya Wanê ye, bi tenê yek maye. Di nav gelek daran de jî bi tenê dareke çinarê maye, ew jî tê parastin.

Piştî erdheja di sala 2011’an de AKP’ê di bin navê projeya veguherînê ya bajêr, her dera bajêr kir beton û avahî. Piştî peywirdarkirina qeyyûman qad nema ku lê avahî nehatin avakirin. Bi vê re çanda dîrokî û hêşinahiya bajêr jî qediya.

Serokê ÇEV-DER’ê Alî Kalçik diyar kir ku malên bi kerpîç û kayê hatine lêkirin, ji bo tendirustiya mirovan baştir e û got “Bi malên beton re tendirustiya mirovan li ber çavan nehatiye girtin. Bi mantiqa çiqas beton ewqas pere tê tevgerîn. Malên Wanê yên ku ji dema Ûrartûyan mabû, îro hemû hatine tunekirin. Ev li ser Wanê xerabiyeke gelekî mezin e. Hêşinahî qedandin û dareke bi tenê jî dixin bin parastinê. Xwezî hemû dar û hêşînahî berê bihatina parastin.”

ATÎK: DÎROK HATE QIRKIRIN

Serokê Odeya Endazyarên Avahiyan (TMMOB) a Şaxa Wanê Mîhaîl Atîk jî bi bîr xist ku Wan li ser xeta fayê ye û guherandina demsalên wê jî tund e. Atîk got “Ji ber vê jî di dîrokê de dema ku nû avahî hatine avakirin û heta niha avahî li gorî erdhej û ekolojiya bajêr hatiye çêkirin. Ev mal havîna hênik e û zivistanan jî germ e. Di serê salên 1900’î de Wanê feraseteke mîmarî ya li gorî xwe ava kir. Ev mal ji bo jiyana mirovan ne zêde pratîk be jî, li hemberî nexweşiyên wekî rûtûbet û romatîzmayê baştir bû. Ev mal wekî du katan hatine lêkirin û li hemberî erdhejê jî ewletir in. Em bandora vî tiştî bi mînakên wan ên niha dikarin bibînin.”