Li Heftanînê çi dibe?

Xuya ye Cenga Heftanînê wê demeke dirêj bidome. Ne nêta gerîla heye ku vekişe, ne jî dagirker diwêrin xwe ji ser giran berdin xwarê. Li vê xakê niha berxwedaneke li ber serketinê diqewime.

Pêngava Cenga Heftanînê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dest pê kir, sê hefte li pey xwe hişt. Di pêngava Heftanînê de gelek dibetî derdikeve pêş. Yekane sekna ku hesabên hêza dagirker ji hev bixe bêguman berxwedan e. Ji vê jî wêdetir ya ku encamê diyar bike, baweriya bi serketinê ye.

Gerîlayên Kurdistanê bi berxwedanê mezin bûne ku mohra xwe li salan dane. Di kêliyên ku dihate gotin 'her tişt qediya ye' raperîna gel, bi guhertina taktîkê ya gerîla berxwedan ji nû ve hate meşandin. Di vê demê de jî gelê Kurd li ber serketinê ye. Cenga Heftanînê hem navenda teknîkê ye, hem jî têkoşîna sîng bi sîng e.

Çavkaniyên gerîla her roj li ser windahiyên artêşa Tirk bîlançoyan eşkere dikin. Gerîla li pey hev dîmenên çalakiyan diweşînin, lê belê rayedarên Tirk îdîa dikin ku heta niha tenê 4 leşker hatine kuştin. Valakirina gundên li nêzî çiyê, şewitandina malên gundiyan, bombekirina sewalan û zeviyan, kuştina mirovên sivîl, bikaranîna çekên teknolojîk li dijî zarokên biçûk, gerîla û sivîlan, nîşan dide ku ev operasyon ne tenê li dijî gerîla ye.

DIXWAZIN GERÎLA BÊ GEL BIHÊLIN

Armanca bingehîn ew e ku têkiliya gel û gerîla ji hev qut bikin, gel bêyî gerîla bihêle û gerîla jî bê gel bihêlin. Aliyekî din ê balkêş ew e ku ya bûye hedef ne tenê çiya ne. Dewleta Tirk bi rengekî eşkere êrişê dibe ser jîngehan ên Başûrê Kurdistanê.

Yek ji sedemên êrişa dagirkeran a li ser Xantûrê ew e ku her sê parçeyên Kurdistanê jê tên dîtin. Ev gir li ser Zaxo, Qereçox, Botanê serwer e, lewma êrişî vê derê dikin. Ji wir jî ber bi başûr ve dixwazin qada Zendûrayê bi dest bixin û di ser Metîna re heta Lêlikanê biçin. Ev jî tê wateya tevahiya Başûr. Artêşa Tirk a dagirker ev yek sala 1992'an jî ceriband, lê belê nekarî bi ser bixîne.

Gelo haya gelê Başûrê Kurdistanê ji vê heye? Kêm jî be haya gelê Başûr ji vê rastiyê heye û yên ku hay jê hene ji xwe li kolanan bi rengekî çalak dibêjin ku ew naxwazin artêşa Tirk a dagirker li xaka wan be.

Lê belê nêzîkatiya hikumeta Başûr ku hay ji vê nîne, ji nedîtî ve tê, pêşmerge bêînsiyatîf hiştiye û gelê xwe naparêze, dike ku gelê Başûr û gerîla hîn bêhtir piştgiriya hev bikin. Kes ji hêza gel xurtir nîne.

'BERXWEDAN DIBE KU DEMDIRÊJ BE, LÊ WÊ BI SERKETINÊ BI DAWÎ BIBE'

Mijara ku her kes niha meraq dike ew e ku artêşa Tirk a dagirker heta niha li xaka Başûrê Kurdistanê çiqasî bi pêş ve çûye. Eger mirov ji vê re bêje 'pêşdeçûn' hingî ev yek wê bê wateya rewakirina dagirkeriyê. Ev yek pêşdeçûn nîne, operasyoneke dagirkeriyê ye. Di navbera gerîla û leşkeran de li Xantûrê, Şeşdarayê, Dûpişkê şerekî giran diqewime. Gelek ji hêza jihevketî ji hêza leşkeran hatin kuştin. Gelek çalakî hatin kirin û tên kirin.

Di vî şerî de şehadetên gerîla jî çêbûn. Çardeh gerîlayên ku xeta berxwedanê emanetî hevrêyên xwe kirin, ji bo parastina rûmeta xak û gelê Başûr xwe feda kirin û şehîd bûn. Xuya ye ev pêngav wê demdirêj be. Lê belê çi dibe bila bibe ne nêta gerîla heye ku vekişe, ne jî dagirker diwêrin xwe ji ser giran berdin xwarê. Li vê xakê niha berxwedaneke li ber serketinê diqewime.

Ev der meydana cengê ye, gelek lehengên mîna Amara, Zeryan, Esmer, Şoreşger, Welat, Tolhildan, Merwan, Çekdar ji nava xwe afirand û tevlî karwanê nemiran kir. Ev yek nîşan dide ku gerîla bi xurtî li ber xwe dide. Şerê li vê meydana cengê tê kirin divê bê dîtin, bê bihîstin û bê hîskirin. Bêguman her mirovekî xwedî exlaq û wijdan wê vê yekê bike.