Li Heftanînê bi sekvaniyê 5 leşker hatin cezakirin

Di çalakiyên sekvaniyê yên çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 5 leşker hatin cezakirin.

Navenda Ragihanin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla ev agahî da: Hêzên me yên YJA Star di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 17’ê Tîrmehê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakî kirin. Di vê çarçoveyê de;

Saet 09:40, 12:05 û 17:05’an hêzên me li dijî leşkerên dagirker ên li Girê Şehdî Cûdî ya dever Şeşdarê bicih bûbûn çalakiyên sekvaniyê lidar xistin. Di van çalakiyan de 3 leşkerên dijmin hatin cezakirin.

Hêzên me di saetên nîvroyê de li dijî dagirkerên li devera Girê Tunelê ya girêdayî Şeşdarê bi taktîka sekvaniyê çalakî kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate cezakirin.

Saet 13:00’an hêzên me li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Bêrîvan bicih bibûn çalakiyeke sekvaniyê kir û leşkerek ceza kirin.”

HPG’ê têkildarî êrîşên esmanî jî ev agahî parve kir: “Balafirên şer ên artêşa TC’ê a dagirker 17’ê Tîrmehê saet derdorî saet 13:30’î devera Şehîd Dîren a Herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê, li gel deverên Karker û Şehîd Şahîn a herêma Zapê bombe kirin. Di van bomberdûmana de ti ziyan negihiştiye hêzên me, lê li herêmê şewat derketiye.”