Li Gundikê Melê amadekariya ji bo navenda ciwanan

Li bajarokê Gundikê melê yê Şirnexê şaredariya HDP'î bi berfirehî kar dike. Şaredariyê ji bo avakirina navendeke ciwanan amadekarî kir.

Hevşaredarê HDP'î Mûsa Sîdar hem qala karê xwe kir, hem jî projeyên xwe vegot. Mûsa Sîdar anî ziman ku dema ew bi ser ketin, tevî xebatkarên şaredariyê li kolanan geriya, li gel guhdarî kir û got, "Bajarokê me ne mezin e, her kes li vê deverê hev nas dike. Em jî her biryara xwe destpêkê ji gel dipirse û ti karekî bêyî gel nakin."

Hevşaredar Mûsa Sîdar anî ziman ku wan 80 ji sedî yê karên rê û kanalîzasyonê temam kirine û got, "Tevî vê yekê karên me yên cuda jî hene. Navenda ciwanan yek ji wan e. Ev yek projeyeke me ya beriya qeyûm bû. Tevî ku gelekî bi kêr tê jî di vê mijarê de heta niha tiştek nehate kirin. Me jî ji bo vê projeyê dest bi kar kir. Beşek ji navenda ciwanan me ji bo karên civakî û çandî amade kir, li beşa din jî wê di asta dersxaneyê de perwerde hebe. Sûdwergirtina ji vê derfetê jî wê bêpere be."