Li gorî rayedarên Tirk serpelek û efserek hatin kuştin

Rayedarên Tirk bi rengekî fermî ragihandin ku li Garê di şerê doh de serpelek û efserekî wan hatine kuştin.

Rayedarên Tirk diyar kirin, ku di êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk de yên li ser Garê, Serpelê Komandoyê Piyade Bûrak Coşkûn û Efserê bi Qidem Çawiş Harûn Tûrhan hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser derba ku artêşa Tirk xwariye hîn daxuyaniyek nedaye.