Li girtîgehê êşkence û cezakirina strana Kurdî

Şaxê ÎHD'ê yê Amedê ragihand ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan êşkence hatiye kirin, mafê tenduristiyê hatiye astengkirin û ji ber strana bi Kurdî ceza hatiye birîn.

Komîsyona Girtîgehan Şaxê Amedê ya ÎHD'ê, li ser binpêkirina mafên mirovan ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê raporek amade kir.

Rapor li avahiya komeleyê ya bajêr bi civîneke çapemeniyê hate eşkerekirin. Encama komîsyonê Gûrbet Yavûz li ser mijarê axivî. Yavûz ragihand ku li gorî gotinên malbatên girtiyan, nameyên ji girtîgehê û serdanên li girtîgehê rapor hatiye amadekirin.

‘COT KELEPÇE, CEZAKIRINA KURDÎ, LÊGERÎNA BI TAZÎ’

Yavûz diyar kir ku di nav qawîşê de bi awayekî qadên mahrem jî were dîtin, kamera hene û ev tişt tê wateya binpêkirina jiyana taybet û mahremiyetê. Yavûz got ku, “Di têketina girtîgehê dema ku li ser girtiyan lêgerîna bi tazî tê kirin, ev di çarçoveya şikandina rûmetê ye. Girtiyan diyar kirine ku du kelepçeyan dixin destê wan, dema ku diçin nexweşxaneyê li gorî mesafeya civakî nayê tevgerîn.”

Girtî diyar dikin ku ji ber pandemiyê gelek mafên wan hatine astengkirin, ji ber ku li qawîşan stranên bi Kurdî hatine gotin, karmend wan hişyar dikin û diyar dikin heke stranên bi Kurdî werin strandin wê mafê derbarê wan lêpirsîn were destpêkirin.

Yavûz diyar kir ku divê rejîma li girtîgehên Tirkiyeyê û polîtîkaya wê li gorî hiqûqa mafên mirovan were pêk were û li gorî mafên mirovan be, gotina xwe wisa domand: “Divê dev ji êşkenceya li ser girtiyan were berdan, bi awayê hiqûqa navneteweyî nêzî girtiyan bibin. Divê mafê mahremiyetê yê girtiyan were parastin. Kamerayên li qadên taybet li qawîş , banyo û tiwaletan were rakirin. Divê lêgerîna tazî neyê kirin û derbarê xebatkarên lêgerîna bi tazî dikin lêpirsîn were destpêkirin.”

MAFÊ TENDIRUSTIYÊ TÊ ASTENGKIRIN

Yavûz diyar kir ku ji ber şertên şewbê divê mafê girtiyan ê bidestxistina xizmeta tendirustiyê pêk were, derfetên ji bo çalakiyên komî û çandî jî werin avakirin. Yavûz got ku, “Şaxa me tespît kir ku derbarê pêkanîn, şertên fîzîkî û rejîma girtîgehê de bi awayekî bi bandor îdarî û darazî kontrol werin kirin. Li gor Protokola Peymana Pêşîligirtina Ceza û Muameleya Derveyî Mirovahiyê û Îşkenceyê em hikumetê vedixwînin ku ji bo mekanîzmayên kontrolê yên netewî yên 'serbixwe' ava bikin demildest xebatan bidin destpêkirin. Ji bilî vê em li dijî pêkanînê Girtîgeha Jinan a Amedê Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê vedixwînin ku peywîra xwe pêk bînin."