Li Girtîgeha Panosê êşkence û zext li girtiyan tê kirin

Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Panosê tên ragirtin, bi malbatên xwe re axivîn û qala êşkence û zextên li girtîgehê kirin.

Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Panosê ku her roj bi binpêkirinên mafan tê rojevê, bi telefonê li malbatên xwe geriyan û zexta ku zêde dibe, ragihandin.

Yakûp Tûrgût ê li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tê ragirtin, di hevdîtina bi malbata xwe kirî de, qala binpêkirinên mafan kir. Tûrgût wiha got: “Ev demeke zextên rêveberiya girtîgehê ya li ser me, didome. Her roja ku derbas dibe, van zextan zêdetir dikin. Hewl didin ku me tecrîd bikin. Bi taybetî hewl didin ku kesên edlî yên ji ber sûcên destdirêjiyê hatine girtin, li qawîşên me bi cih bikin. Hewl didin ku bi rûmeta me bilîzin, lê em vê qebûl nakin.”

ZEXT, CEZAYÊ HUCRE, QEDEXEYA PEYWENDIYAN…

Tûrgût wiha qala binpêkirinên mafan kir:

“Bi awayek keyfî her roj, bi ser qawîşên me de digirin û kel û pelên me desteser dikin. Cezayên disîplîn, cezayên hucre didin, qedexeya peywendiyan datînin û ev hemû jî bi awayek keyfî pêk tên. Me nabin revîre û nexweşxaneyan. Bi taybetî hevalên me yên êşa wan a didanan heye, nabin. Girtiyên dibin nexweşxaneyê jî, lêgerîn dikin. Evane ne li gorû rûmeta mirovahiyê ne û ji ber ku em vê bê rûmetiyê qebûl nakin, dibêjin hûn naxwazin biçin nexweşxaneyê û derbarê me de lêpirsînê vedikin. Di biserdegirtinên demên dawî li qawîşên me kirîn de, hemû pirtûkên me desteser kirin. Tenê 6 pirtûk ji me re hiştin. Ji dervey wê nêzê 400 pirtûk desteser kirin. Me ji pirtûkan jî dûr dixin.”

Tûrgût îşaret bi bihayên kantîna girtîgehê kir û got: “Bihayên tiştên kantînan gelek zêde ye. Tiştên erzan jî, bi bihayên zêde didin me.”

‘EV 6 MEH IN, DI HUCREYA YEK KESÎ DE NE’

Tûrgût diyar kir ku 3 kesên girtî, ev 6 meh in li hucreyên yek kesî tên girtin û ev tişt ragihandin: “Tu kesê nabin cem hevalên me. Di hucreyên yek kesî de, tên girtin. Mafê axaftina bi dîmen dayîne hemû komên sûcdaran, lê wê mafê nadin me girtiyên siyasî. Dîsa di hevdîtinên vekirî de, saetek hevdîtin dikare bê kirin, lê em tenê dikarin 45 deqeyan hevdîtinê bikin. Dîsa cil û bergên ku malbatên me ji bo me şandine, nadin me. Mafê me yê xwarinê jî dixwin. Carnan xwarinên baş diînin, lê belê bawer bikin ku kefçiyek jî nakeve para tu kesê. Xwarinê zêde didin kesên edlî, lê ji bo girtiyên siyasî xwarinê kêm didin. Em dixwazin ku ev pirsgirêk bên çareserkirin. Em dixwazin daxwazên me bên qebûlkirin. Em bang li her kesê dikin ku têkildarî vê mijarê, bi hestiyar tevbigerin.”