Li girtîgeha Amedê zext û zordarî zêdetir dibin

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya hejmar 1'ê ya Amedê diyar kirin ku zext û zordariya li ser wan bi rengekî sîstematîk didome.

Girtiyên Girtîgeha Tîpa T ya hejmar 1 ya Amedê diyar kirin, binpêkirinên mafê mirovan zêdetir dibin, dema ku li dij binpêkirina mafan helwewestê nîşan didin ceza li wan tê birîn.

Kêşeyên ku girtî dijîn wiha ne:

''*Mehê carekê me dibin nexweşxaneyê. Li devereke wiha ku gelek girtiyên nexweş û yixtiyar hene, ji bo 3 girtîgehan tenê doktorek hatiye veqetandin, ev jî derfetên tedawiyê ji holê radike.

*Girtiyan sewqî nexweşxaneyan nakin an jî pir dereng dikin. Dema ku dibin nexweşanê jî tiştên hewce nayên kirin.

*Dema wextê berdanê jî tê, bi sedemên pûç û vala lêpirsîna disiplînê vedikin. (Mînak Necatî Çelîk) û hevalên din ku tehliyaya wan hatiye, bi hincetên wiha beredayî nayên berdan.

*Malbatên me dema ku têne hevdîtinê bi navê sehkirina wan bêhurmetî li wan tê kirin. Bi bêexlaqî tevdigerin. Ên ku li dij vê helwestê nîşan didin nahêlin ku bi mehan hevdîtinan bikin.

*Ava germ nadin. Em ji mecbûrî bi ava cemidî serê xwe dişon. Gelek ji me nexweş dikevin.

*Kalorîfer naxebitin. Îdare ne lihêfan dide û ne jî dihêlin ku malbatên me bi koliyan bişînin.

*Pirtûkên bi Kurdî bi hinceta 'kesekî ku bikaribe wergerê bike tine' nadin.

*Tiştên mîna mas, kursî, lihêf, rûyê nivînan nadin.

*Mislix dema ku xira dibin an jî dema ku arizeyeke elektrîkê çêdibe nayê çêkirin, berê me didin kantînê û mesrefê ji me distînin.

*Îdare, bi taybetî midûrê sereke kêşeyan çareser nake, berevajî meztir dive û jiyanê dike dojeh. Bi van hemû tiştan tam faşîzmek heye.''