Li Gîresûnê çalakiya gerîla

HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Gîresûn, Bedlîs û Wanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li navçeya Çanakçi ya Gîresûnê çalakiya sabotajê hate kirin. Li Bedlîsê leşkerek, li Wanê jî '2 kontra' hatin kuştin."

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

GÎRESÛN

""Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza de, 9'ê Gulanê saet 03:00 li nêzî navçeya Çanakçi ya Gîresûnê li hemberî 2 stasyonên bazê çalakiya sabotajê kirin û di encamê de her du stasyonên bazê rûandin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê li herêmê dest bi operasyonê kir. Li dijî yekîneyeke operasyonê jî hêzên me saet 07:00 çalakiya sabotajê kir. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin. Operasyon heman rojê bi rengekî bê encam qediya.

BEDLÎS

9'ê Gulanê saet 15'an, hêzên me li girê Radar ê li herêma Şêx Cûma ya Bedlîsê li dijî yekîneyeke veşartî ya artêşa TC a dagirker çalakiyeke sabotajê kir. Di vê çalakiyê de leşkerî dijmin hate kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

WAN

13'ê Adarê saet 18:45'an, yekîneyeke me li taxa Şabaniye ya navçeya Artemêtanê ya Wanê kontrayekî bi navê Metîn Ertaş ceza kirin ku ev kes bi hêzên dagirker re tevdigeriya, tevlî operasyonan dibû û karê sîxurkirinê dikir.

17'ê Adarê saet 21:00, hêzên me li taxa Hecî Bekir a navenda Wanê, kontrayekî bi navê Fûat Kilavûz ê ku bi artêşa TC a dagirker re tevdigeriya û ewlekariya hin kontrayan dikir, ceza kirin."