Li Geverê aşît ket

Li nêzî gundê Alekan a Geverê aşît bi ser 5 gundiyan ket. Birîndar hatin rizgarkirin.

5 kesên ji gundê Gagevran a Gevera Colemêrgê ji bo tamîrkirina boriyên avê bi traktorê çûn gundê Alekanê.

Gundî 4 kîlometreyan meşiyan û gihiştin cihê ku di boriyên avê de pirsgirêk heye. Di wê kêlîkê de aşît bi ser wan ket.

Îsmet Dûrma (50), Tekîn Tarla (31) û Nîhat Arslan (30) di binê berfê de man. Du kesên din jî xwe rizgar kirin.

Bi alîkariya her du kesan, kesên di bin berfê de hatin rizgarkirin û tîmên tendirustî û rizgarkirinê çûn herêmê.

Her 3 birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û dest bi tedawiya wan hate kirin.