Li Ezazê çalakiya sabotajê
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Ezazê çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de herî kêm çeteyk hate kuştin, 2 jê birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Ezazê çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de herî kêm çeteyk hate kuştin, 2 jê birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkilî çalakiya sabotajê ya li Ezazê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Çalakiyên şervanên me yên li dijî dewleta Tirk ku Efrîn û derdora wê dagir kirî û yên li dijî komên terorî yên bi nîrê dewleta Tirk de, didomin.
1'ê Nîsanê li derdora gundê Kefer Xaşirê ya bi ser Ezazê de, dema ku komeke terorîst a bi ser El Cebhep El Şamiya civiyayî, şervanên me çalakiyeke sabotajê kirine. Di çalakiyê de 1 terorîst hate kuştin, 2 terorîst jî birîndar bûn.''