Li Erdîşê ji bo nelirêtiyê hejmartin tê dirêjkirin

Li Erdîşa Wanê hejmartina dengan tê derengxistin û dixwazin ser nelirêtiyê were girtin.

Li Erdîşa Wanê piştî ku HDP’ê şaredarî bi dest xist, AKP’ê îtîraz kir. 24 saet in hejmartina dengan hatiye destpêkirin lê heta niha bi tenê dengê 6 sindoqan hatiye hejmartin.

Hate diyarkirin ku bi hejmartina dengan a ku derengî tê xistin, AKP hewl dide ser nelirêtiyan bigire.

Hate ragihandin ku li şaredariyê hin belge tên dizîn û guherandin.  Wê saet di 15.00’an de dîsa dest bi hejmartina dengan were kirin.

Gelê Erdîşê jî li avahiya navçeyê ya HDP’ê li benda encaman e.