Li Erdîşê di nava du mehan de 70 kes hatin girtin

Li navçeya Erdîşê ya Wanê ku AKP polîtîkayeke taybet lê dimeşîne, di nava hefteyekê de 38 kes hatin destgîrkirin, 20 jê jî hatin girtin. Di nava du mehan de li navçeyan Erdîşê 70 kes hatin girtin.

Bi nêzîkbûna dema hilbijartinên xwecihî re, zext û serdegirtina polîs û leşkerên AKP'ê li Wanê zêde bûn. Li navçeya Erdîşê ya Wanê, polîs û leşkeran dema dawî avêtin ser bi sedan maln, bi sedan sed destgîr kirin û bi dehan kes jî girtin. Du mehên dawî li Erdîşê di 200 serdegirtinan de 70 kes hatin girtin. AKP a ku polîtîkayeke taybet li Erdîşê dimeşîne, bi serdegirtin, destgîrkirin û girtinê dixwaze pêşî li karê HDP'ê û yê gel ê ji bo hilbijartinê bigire.

LI GEL ZEXT Û ZORDARIYÊ JÎ DESTEKEKE MEZIN JI HDP'Ê RE TÊ DAYIN

Şêniyên Erdîşê desteka xurt didin HDP'ê û namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariyê. AKP'ê pêr li Erdîşê civînek li dar xist ji bo namzetê xwe yê Erdîşê bide nasîn, lê kes tevlî civînê nebû. AKP roj bi roj li Erdîşê dibe partiyeke ku tenê navê wê li ser tabelayê heye. Lewma bi zext û zora polîs û jendermeyan hewl dide gelê Erdîşê bitirsîne Li gel zext û tundiyê jî şêniyên Erdîşê tevlî karê hilbijartinê yê HDP'ê dibin. Hikumeta AKP'ê ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de li Erdîşê derbeke giran xwar, hefteya dawî li Erdîşê 38 kes destgîr kir û 20 ji wan hatin girtin.

ŞÊNIYÊN ERDÎŞÊ NERAZÎBÛN NÎŞANÎ GIRTINÊ DAN

Şêniyên Erdîşê nerazîbûn nîşanî zext û zordariya AKP'ê dan. Şêniyan diyar kirin, AKP'ê di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de derbeke mezin li Erdîşê xwar û ji ber vê yekê ditirse û ragihandin, wê di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de derseke mezintir bidin AKP'ê. Welatiyekî ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike got, "Em dixwazin hilbijartin di atmosfereke wekhev û demokratîk de pêk were. Lê belê hinek hewl didin pêşî li vê bigirin. Li gelemperiya Wanê, nexasim li Erdîşê wê deng ji AKP'ê re neyê dayin. AKP bi vê zane, lewma zextê dike. Tevî zextê jî em ê 31'ê Adarê biçin ser sindoqan û derseke mezin bidin AKP'ê û hevkarê wê MHP'ê."

Li navend û taxên Erdîşê, di serdegirtinên 14-19-22'ê Çileyê de 38 kes hatin destgîrkirin û 20 ji wan hatin girtin. 18 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.