Li Efrînê cenazeyê 4 şervanan hatin veşartin

Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên 4 cangoriyên azadiyê li Goristana Şehîd Refîq veşartin.

Bi sedan welatiyên Kantona Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe ve cenazeyên 3 şehîdên Qereçox Şîlan Kobanê, Rustem Zêdan û Baqî Efrîn ên ku 25′ê Nîsanê di encama bombebarana balafirên Tirk de û cenazeyê şervanê YPG′ê Elî El-Hesen ku li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê, di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest dabû, ji nexweşxaneya Avirîn a bajarê Efrînê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna yê girêdayî navçeya Şera ve ketin rê.

Di merasîma oxirkirinê de, nûnerên Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê, Hevserokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Rêzan Gulo, Endamên Saziyên Sivîl û şervanên YPG/YPJ′ê, amade bûn.

Li goristanê ligel deqeyek rêzgirtinê merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê Ebdo Ibrahîm axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û got: ″Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên li ser herêmên Qereçox û Şengalê, bersiva serkeftinên QSD′ê yên di Pêngava Xezeba Firatê de, da. Armanca bingehîn a vê yekê, parastina çeteyên DAIŞ′ê ye û derbkirina projeya Federal a Bakurê Sûriyê ye.″

Piştre jî Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Abdîn Şêxo axivî û diyar kir ku gelê Kurd di berxwedana li dijî êrîş û komkujiyan de, destaneyên dîrokî nivîsandine. Her wiha Şêxo soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştî axaftinan, Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya gêrîllayê HPG′ê Rodî Hesen bi nasnav Hozan Çiya ku li Herêmên Parastina Medyayê di encama bombebarana balafirên Tirk de şehîd bibû, eşkere kir.

Di dawiyê de, nasnameyên şervanên YPG/YPJ′ê hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên hatin veşartin.