Li Edilcewazê ziyaretên NA’ yê

Rêxistinên Bajêr ên HDP, DBP’ê yên Bedlîsê ji bo xebatên referandûmê bi gel re hatin cem hev û ji bo ‘NA’ piştgirî xwestin.

Rêxistinên HDP-DBP’ê ji ber xebatên referandûmê ya 16’ê Nîsanê li navçeya Bedlîsê Edilcewazê bi gel re hatin cem hev. Di ziyaretê de Wekîla HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat, Celadet Gaydali û rêxistinên HDP-DBP’ê amade bûn. Gel li gundê Sîpaja Jêr û Jorîn bi germî wekîl û rêveber pêşwazî kirin.


Piştre şandeya HDP-DBP’ê çûn sersaxiyê li bajarokê Aydinlar û li gundên Norşîn, Akyazi, Orentaş, Arinçkos û Akçikar bi gel re hatin cem hev.


Xebatên HDP-DBP’ê wê li gundên Exlatê bidomin.