Li dorhêla Tebqayê şer giran e

Li hin herêmên derdora Tebqayê şerekî dijwar diqewime.

Li sê herêmên li dora Tebqayê û li gundê Safsafah ê li rojhilatê bajêr, di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî giran diqewime. Di vî şerî de herî kêm 20 çete hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ'ê yên li Bendava Firatê û gundên li hêldorê asê man e, ji bo xwe xilas bikin hewl didin êrîşê bikin.

Çeteyan danê sibehê saet di 05:30 de ji aliyê Reqayê ve bi çekên giran êrîşî gundê Safsafahê kirin. Li vî gundê ku bi qasî 4 kîlometreyan li rojhilatê Tebqayê ye, şerekî giran diqewime. Li ser encama şerê li vê derê, hê agahiyeke zelal bi dest neketiye.

Şerê duh êvarê li mintiqeyên Hey Ewwel, Tanî û Salis ên li Tebqayê rû da, heta ber destê sibehê dewam kir. Heta niha herî kêm2 0 çete hatine kuştin.

Di vî şerî de wesayîteke zirxî ya bi tîpa Hammer, wesayîteke Reo ya leşkerî (Zîl), wesayîtek Pick-Up, yek B-7, çekek Law, Hawanek 120 mm û qaîda wê, çekek kalaşnîkovê û 4 qutî ji fîşkenên wê, Katyuşa û 76 roketên wê, 2 çekên sekvaniyê, yek jê (23 mm.), 100 guleyên Obus (Medfaiye), 2 dûrbînên şevê û 2 cetwelên Hawanê, 2 bêtêlên dijital Hytera û gelek alavên din ên leşkerî û teknîkî hatin desteserkirin.

Tevî kamerayeke bi marka Sony, laptopek, telefonek û hin dokumanên çeteyan ketin destê şervanan.

Navenda bajarê Tebqayê duh ji çeteyên DAIŞ'ê hatibû paqijkirin. Operasyonên li dora bajêr û Bendava Tebqayê dewam dikin.