Li dijî Tûncel gilînameyeke nû hate amadekirin

Dozgeriya Tirk ji bo cezakirina Hevseroka DBP'ê ya beriya niha Sebahat Tûncel gilînameyeke nû amade kir.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî Hevseroka beriya niha ya DPB'ê Sebahat Tûncel bi îdîaya "heqareta li Serokkomar" gilînameyek amade kir. Di gilînameyê de gotinên Tûncel ê çalakiya 28'ê Cotmeha 2016'an a ji bo şermezarkirina destgîrkirina Hevşaredarê Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli weke hincet hate nîşandan. Di wê çalakiyê de Tûncel rexneyên xwe anîbû ziman û gotibû, "Tayyîp Erdogan dijminê jinan e. AKP û Tayyîp Erdogan dijminê Kurdan e." Ev rexneyên Tûncel weke "heqareta li Serokkomar" hat nîşandan.

TÛNCEL: SÛC NÎNE

Tûncel têkildarî lêpirsînê diyar kir ku wê ti sûc nekiriye û lêpirsîna di vê der barê de hatiye destpêkirin jî weke astengkirina azadiya siyasetê, fikir û rêxistinbûnê destnîşan kir.

Dozgeriya Tirk xwest ku Tûncel ji salekê heta 4 salan bi cezayê girtîgehê bê cezakirin.