Li dijî tecrîdê wê li Kerkûkê nobed bê girtin

Şêniyên Kerkûkê, ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya nobedê dikin.

Ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê di 5-6'ê Gulanê de li Kerkûkê kon were vedan. Kon wê li Parka Keleha Kerkûkê were vedan û girseya gel wê dest bi girtina nobedê bike.

Endamê Meclîsa Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî Omer Hecî Hisên li ser çalakiyê ji ANF'ê re axivî û bibîr xist, ev du sal in Ocalan di nava tecrîdeke şidandî de ye û ji bo balê bikişînin ser vê rewşê ew ê dest bi çalakiyê bikin.

Hisên ragihand, di 5'ê Gulanê saet di 09:00 de ew ê dest bi çalakiyê bikin û bang li gelên Kerkûkê kir ku piştgiriyê bidin çalakiyê. Hisên got, "Çalakiya me wê du rojan bidome. Di 5-6'ê Gulanê de wê ji saet 09:00 heta saet 18:00 çalakiya me dewam bike. Em bang li gelên Kerkûkê dikin, ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Serok Apo tevlî çalakiyê bibin. Desteka ji bo vê çalakiyê tê wateya daxwaza aştî, azadî û demokrasiyê."

Di dewama axaftina xwe de Hisên destnîşan kir, ku di navbera êrîşên li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ti cudahî nîne û diyar kir, bi vê çalakiyê re ew ê xwedî li felsefeya civaka demokratîk û neteweya demokratîk derkevin. Hisên got, "Ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêber Apo û daxwaza azadiya wî bikin, em bang li gelên xwe dikin ku tevlî çalakiyê bibin."