Li dijî tarîtiya sîstemê berê xwe da rojê

Gerîlaya YJA Starê Faraşîn Zîlan, ku hîn di zarokatiyê de bi hêrsa li dijî dijmin mezin bû, sala 2019'an di şerekî de heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û şehîd bû.

Ciwanên Kurd bi felsefe û ruhê têkoşînê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan xwe gihandine wê astê ku paşeroja xwe bi xwe biafirînin. Dewleta Tirk bi vê rastiyê zane û ji bo pêşî lê bigire hîn bêhtir hewl dide. Berîvan Bati (Faraşîn Zîlan) yek ji van ciwanan bû ku li Amedê tevlî nava refên têkoşînê bû.

Bêrîvan ku hesta xwe ya welatparêziyê xurt bû, her wezîfe bi rengekî serketî meşand. Faraşîn ku nakokiya xwe ya bi sîstemê re timî xurt bû, ji bo li ser şopa hevrêya Bêrîvan bimeşe ku navê wê li xwe kiribû, sala 2013'an tevlî nava refên gerîla bû. Bû gerîlayeke welê ku timî kelecanî, bi moral û kedkar bû. Gerîla Faraşîn ku bi cewhera hişmendiya jinê re bû ye, bû nîşaneya şênber a hêza ku flsefeya jinê afirandiye.

Gerîlaya YJA Starê Faraşîn ku hîn di temenê zarokatiyê de bi hêrsa li dijî dijmin mezin bû, bi moraleke mezin û bi biryardarî sala 2016'an berê xwe da xaka lê ji dayik bûye Amedê. Bi kelecan û cidiyeteke mezin bû şervaneke rêya şoreşê.

Gerîlaya YJA Starê Faraşîn ku li xaka lê ji dayik bû meşa şoreşê dewam kir, bi daxwaz û baweriya xwe, li dijî polîtîkayên tunekirinê û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser gel, her tim di nava çalakiyan de bû. Gerîla Faraşîn ku di nava têkoşîneke çalak de bû sala 2019'an di şerekî dijî dijmin de heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû.