Li dijî qeyûman li Amedê xeleka ji mirovan hate çêkirin

HDP’iyan li Amedê li dijî qeyûman xeleka ji mirovan çêkir.

HDP’iyên ku desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê protesto kirin, li çerxerêya Dunya ya navçeya Peyîzava ya navenda Amedê xeleka ji mirovan çêkirin û rê li trafîkê girtin.

Di dema çalakiyekê de kesekê wesayîta xwe bi ser çalakvanan de ajot. Li ser nerazîbûna gel û bertekên girseyê bê ku ziyanek bigihêje kesekê ajokar bi lez ji cihê bûyerê dûr ket.