Li dijî konê sersaxiyê terora polîsê Tirk

Polîsên Tirk avêtin ser konê sersaxiyê yê ji bo gerîlayê HPG’ê Osman Çitak (Serfiraz Amed) ê li Amedê hatî vedan. Polîs, ketin û derketina taxê yê konê sersaxiyê lê hatiye danîn, hatiye qedexekirin.

Gerîlayê HPG’ê Osman Çitak (Serfiraz Amed), 1’ê Îlona 2018’an li herêma Çarçela di encama şerê bi artêşa Tirk re derketî de şehîd bibû.

Li ser ragihandina şehadeta wî, malbata Çitak li Taxa Zorava ya navçeya Sûrê ya Amedê konê sersaxiyê veda.

Piştî vedana konê sersaxiyê, polîs û leşkerên Tirk tax dorpêç kirin, avêtin ser kon û nasnameya her kesî bi GBT’ê venêrîn.

Polîsên Tirk ê ku ketin û derketina taxê qedexe kirî, nahêle ku xizmên malbatê jî bikevin taxê.