BI DÎMEN

‘Li dijî dagikerî û nokeriyê têkoşîn divê were geşkirin’

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Awyer bang li ciwanan kir ku li dijî dagirkerî û nokeriyê têkoşînê geş bikin.

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Manî Awyer tevlî kongreya 2’yan a Tevgera Ciwanên Welatparêz bû û bang li ciwanên Kurd kir ku li dijî faşîzmê têkoşîna çalak bidin.

‘CIWAN PÊŞENGÊN NETEWEYA DEMOKRATÎK IN’

Awyer diyar kir, ‘’Ciwanên Apoyî heta niha çawa kiribe ji niha û pê de jî wê rista xwe pêşeng a şoreşê pêk bîne’ û bi domdarî got, ‘’Ciwanên Kurd li ser bingehê neteweya demokratîk ji bo siberoja azad a gelan divê misyona xwe ya pêşeng bi cih bîne û li dijî wan hêzên dagirker û faşîst ku dixwazin li ser herêma me taritiyê serwer bikin divê têkoşînê geş û gur bikin.

Awyer bal kişande ser pêvajoya guherîn û veguherînê ya Rojhilata Navîn û got, ‘’Gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî Kurd çawa ku ji guherînên herêmê bibandor dibin her wiha hewl didin ku bandora xwe jî bihêlin. Li ser zemîna felsefe û îdeolojiya Rêber Apo gelê Kurd îro di geşedanên Rojhilata Navîn de gelê Kurd li ser bingehê neteweya demokratîk risya xwe pêşengiyê pêk tîne. Ji bo vê jî hewceyî bi rêxistinî û têkoşîneke mezin heye. Gelê me bi berdêlên giran heta bi îro hatiye. Ciwan pêşengên vê têkoşînê ne. Ciwan hem li dijî dagirkeriya derveyîn û hem jî li dijî îxaneta navxweyî divê îro misyona xwe ya pêşengiyê ji her demê bêhtir bi cih bîne.’’

‘BAŞÛR DIVÊ LI DIJÎ ÎXANETÊ RABE’

Awyer li dijî êrîşên qirker ên dewleta tirk ên li ser Kurdan bang li ciwanên Başûr kir ku li dijî faşîzmê û nokeriyê têkoşîna azadiyê geş bike.

Endamê Komalên Ciwan Manî Awyer wiha got: ‘’Ev bi salan e ku Başûrê Kurdistanê di krîzekê de ye. Ev bi sîstemê bi zanebûn tê berevajîkirin, dixwazin ciwanan radest bigirin, bê armanc bikin û li ser vê dixwazin sîstema xwe ava bikin. Lê gelê me çawa ku li Enfalê, li Helepçe li ber xwe dabe, çawa li dijî êşkenceyên li zindanan li ber xwe dabe, îro jî wê vê berxwedanê pêk bîne.

Di vê berxwedanê de pêşengtî dîsa dikeve ser milê ciwanên Başûrê Kurdistanê. Ciwan ji bo vê divê xwe birêxistin bikin, xwe pewerde bikin û têkoşîna çalak bidin. Ciwanên Başûr bi qasî ku li dijî dagirkeriya faşîst têdikoşe divê ew qasî j îli dijî nokerên jî li her qadê têbikoşe.’’