Li Dêrsim, Amed û Mêrdînê namzetên HDP’ê bi gel re civiyan

Namzetên hevşaredariyên HDP’ê li Dêrsim, Amed û Mêrdinê bi gel re civiyan. Di çalakiyan de Leyla Guven hate silavkirin.

DERSIM

Namzetên Hevşaredariya Dersimê Nûrşat Yeşîl û Hidir Demîr bi wesîleya meha Xizir serdana Gola Çetû kirin û riza xwe xwestin. Parlamenterê HDP'ê Kemal Bulbul û gelek kes jî bi namzetan re çû serdanê. Di serdanê de niyaz hatin kirin û pişt re çerag pêxistin û loqme belav kirin.

AMED

Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Çinarê Necla Tamrîş û Bedrî Kaya şahiya gel li dar xistin. Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosûn û Dêrsim Dag, Namzetên Hevşaredariya Amedê Hulya Alokmen û Selçûk Mizrakli, Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyeyê (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş, rêveberên partiyan û gelek welatî beşdar bûn. Konvoya namzetên hevşaredariyê di têketina navçeyê de ji aliyê welatiyan ve hate pêşwazîkirin û derbasî ber avahiya HDP'ê bûn. Girseyê dirûşmên "Çinar ya me ye" û "Amed ya me ye" berz kirin.

Namzeta Hevşaredariyê Necla Tamrîş bi silavkirina çalakiya Leyla Guven û çalakgerên din dest bi axaftina xwe kir û got: "Daxwaz û hêviya me aştiyek bi rûmet û mayînde ye. Roj roja me ye."

Namzetê Hevşaredariyê Bedrî Kaya jî got: "Armanca me ev e ku em tiştên xweş bi hev re bikin. Em ê navçeya xwe dîsa bikin navçeya xwe."

MÊRDÎN

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê li navçeya Şemrexê dest bi xebata hilbijartinê kir. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, namzetên hevşardarên navend û navçeyan, rêvebirên HDP û DBP’ê û gelek welatî tevlî bûn. Girseya ku li ber avahiya HDP’ê ya navçeyê kom bû, bi pankartên “Ya me ye” û alayên HDP’ê dest bi meşê kirin û esnaf û welatî silav kirin. Di dema meşê de def û zirne, tililî û çepik hatin lêdan. Girseyê eleqeyek mezin nîşan da û dirûşmeya “HDP gel e, gel li vir e” berz kir.

Piştî ku girseyê gel silav kir, li Qada Cumhuriyetê kom bû û govend gerand. Polîsan, bi hinceta "gel aciz dibe" şahî asteng kir.

Piştî pîrozbahiyê girse careke din ber bi avahiya HDP'ê ve meşiya û bername bi dawî bû.