Li Dêrikê agirê Newrozê hate pêxistin

Agirê Newrozê li Dêrika Çiyayê Mazî hate pêxistin.

Li gel betalkirina pîrozbahiyên girseyî yên ji ber vîrûsa koronayê li hinek navendan agirê Newrozê hate pêxistin.

Piştî agirê Newrozê ya li navçeya Stewrê ya Mêrdînê û şûnde li gundikê Menteşa Jor a girêdayî gundê Simaqi ya bejayî ya navçeya Dêrika Çiyayê Mazî agirê Newrozê hate pêxistin.

Gundiyan li ber agirê Newrozê dirûşim hatin qîrkirin û govend hatin gerandin, fîşekên hewayî hatin avêtin. Pîrozbahî heta direngiya şevê dom kir û çalakî bi govendê bi dawî bûn.