Li dergûşa mirovahiyê gerîlayekî çarîk sedsalî: Alî Xebat

Rojnivîsên wî û wêneyên deverên cuda yên ku dema lê gerîlatî kirî, dikare hinekî ji me re behsa  Alî Xebat bike ku li dergûşa mirovahiyê, çarîk sedsal e bêsekn û rawest gerîlatî kirî..

Ji bo Zagrosan gotinên dergûşa bûyina mirovahiyê û berbelavbûnê, ji rastiyên dîrokê tê birêketin û gotin. Tê zanîn ên ku îro malxweyitiyê li dergûşa mirovahiyê dikin gerîlayên azadiya Kurdistanê ne.

Bi gerîlayên ku li vê cografyaya esîl hem li dijî hêzên dagirker û hem jî li dijî talangeran canê xwe kirine mertal, raçînka sirûştê parastî maye. Gerîla zêrevaniya vê cografyayê dikin. Di ser rêwîtiya dawî ya gerîla Alî Xebat re du sal derbas bûne, ku dergûşa mirovahiyê çarîk sedal ji xwe re kiribû war, bê sekn û rawest.

Alî Xebat (Mehdî Tûnç) ku li Nisêbînê ya Mêdînê jidayik bûye, 1992'an li Ewropayê ya ku koçî wir kiribû PKK nas kir û dest bi rêwîtiya Zagrosan kir. Xebat, li Zagros û Zapê bêsekn gerîlatî kir. Gerîla Alî Xebat ku çarîk sedal li çiyan ma, Çile ya 2016'an bi krîzeke dil şehîd bû.

Ne hêsan e ku mirov behsa gerîlayê şoreşger ê nemir Alî Xebat bike ku di şerê dijî dagirkeran de gelek caran birîndar bûye lê gavekê jî ji çiya bi paş de gav neavêtiye.

Belkî jî herî baş wêneyên albûmê û rojnivîska gerîla Alî Xebat dikare behsa wî bike, ku gerîla Xebat şertên dijwar ên fizîkî yên sirûştê bi van wêneyan nemir dikir û hewl dida bîranînên xwe pê biparaze.

Bi gotina, ''Herî baş gerîla dikare behsa gerîla bike'' çend nîşeyên ku Alî Xebat Gulana 2001'an di rojnivîska xwe de girtin wiha ne:

'GUHERÎNA STRATEJÎK LI CEM ME ZÊHN JÎ VEKIR Û WIHA PÊK HAT'

''Dema ku ARGK hatî avakriin, li gorî şertên demê û li gorî armanca serxwebûnê hatibû avakirin. Ji 1999'an û wir ve dema ku bi çarçoweya guherîna stratejîk nûjenkirina HPG'ê hatî rojevê, nêzîkatiyên wiha derketin holê, wek ku ARGK avabûneke şaş be. Hatibû xwestin ku têrnekarî li ARGK'yê werin barkirin lê bi me zehmet dihat ku em çarçoweya guherîna stratejîk bibînin. Pêdivî bi avabûneke bi rengê HPG'ê hebû. Xwediyê vê hişmendiya şaş jixwe dîrokê derxiste holê. Nûjenbûn, li cem me, zêhn jî vekir û wiha pêk hat.''

''Hatine ser xeta Parastina Rewa ku Rêber Apo daniye ber me, rola meşa li gor vê û peywir esas e. Wekî em hay ji rolê hene, naxwe ya girîng ne guherîna nav e, pêkhatina guherîna hişmendiyê ye, ya ku Rêbertî diyar kiriye. Naxwe navê ARGK an jî HPG'ê tiştekî naguherîne. Ango divê pêşî em hay jê hebin ku ev beriya her tiştî bûyereke wiha ye ku guherînê hewce dike. Ez bi xwe bawer im ku ez ê di ser xeta Rêber Apo de hişmendiya xwe biguherînim. Baweriya min a ku ez ê guherîna hişmendî pêk bînim û dogmatîzmê hilweşînim, ji baweriya min a bi Rêber Apo tê.''

'RÊBERTÎ HÊVÎ YE, SERHEVIYA HEMÛ NIRXÊN AFIRANDÎ YE'

'Rêbertî hêvî ye, xet e, serheviya nirxên hatî afirandin û nûnerê şehîdan e. Her çendî bi tevlêbûneke hîsî be jî, bi wê bawer im ku ez ê dilsozî nirxan bûm.''

'Di cîhana berdest de, nexasim li Rojhilata Navîn, parastina afirandinên Rêber Apo, dema ku mirov rewşa Kurdsitanê û pêvajoya berdest tîne ber çavan, tekane tişta ku mirov dikare bibêje ew e ku xeta HPG û YJA STAR'ê bi teqezî mîsogerî ye.

''Çiyayên Kurdistanê ji hêlekê heta bi hêla dî xwedî nirxekî giranbiha ye. Her wiha çiya bi hebûna gerîla bêhtir binirx e û divê em jî li vê berzbûnê xwedî derkevin. Ez ê xwedî derkevim. Heta hilma xwe dawî bidim jî, ti hêz nikare min ji van çiyan qut bike.

'''Şehîd moral û manewîyata herî mezin in. Wateya şehîdaan ew e ku mriov dilsozê nirxan be.''