Li Colemêrgê dorpêça bênavber

Dewleta Tirk li taxên bi ser navenda bajêr ve bi hinceta 'ewlehiyê' xendek û latan datîne, jiyanê li gel zehmet dike.

Hikûmeta AKP'ê bi xendek û barîkatên ku li taxên Colemêrgê danî Rewşa Awarte didomîne. Li Çelê, Gever, Şemzîna nû Rûbarokê hin qad bi rengekî sîstematîk serê 15 rojan weke ''Herêmên Taybet ên Ewlehiyê'' têne ragihandin û ev qedexe li navenda bajêr a Colemêrgê tê domandin.

Hikûmeta AKP'ê bi navê ''Herêma Ewlehiya Taybet'' gavên rêveberiya jidiyayî davêje, mafê jiyan, aborî û gerê ya gel desteser dike. Ji ber sedema xedek û barîkatan danûstandina navendê û taxan qut dibe. Ji ber xendek û barîkatan çûnûhatina li ser taxên Merzan, Gazî, Pehlîvan, gundê Otluca û mezrikên wê û gundên wan tê astengkirin. Mirov ji bo ku biçin malên xwe ji mecbûrî rêyên din diceribînin an jî wesayitên xwe li cem xendekan dihêlin û wiha diçine malên xwe. Li wan taxan ku xendek û barîkat hene qereqola, cihê kontrolê yê leşker, cerdevan, nobedaar û polîsan, kûleyên çavdêriyê yên leşkeran hene.

QELSBÛNA DEWLETÊ NÎŞAN DIDE

Şêniyên taxê ji bo ku rê werin vekirin bi sedan daxwazname dan lê li gel vê jî ti encam nestandin. Bersiva ku dewlet dide welatiyan wiha ye: ''Ev xendek û barîkat ji bo ewlehiyê hatine danîn. Heke em xendek û barîkatan rakin em nikarin ewlehiya vir bi cih bînin.''

Welatiyekî ji taxê ku ji ber fikarên ewlehiyê nexwest navê xwe bide got li gel ku leşker û polîsan li ser taxê dorpêç danîne jî dewlet nizanbe bê ka wê çi bike. Welatî got ji bo ku rê werin vekirin hemû hewldanên wan bêencam mane û got, ''Dewletê li vir em dorpêç kirine. Li her devera taxê cihên kontrolê hene. Çi kesê ku dikevin taxê jixwe li ser wan digerin. Li gel van hemû tevdîran jî dewlet ji gel ditirse.''