Li taxa Yafes a navçeya Cizîr a Şirnexê ciwanek hat destgîrkirin. Li parkê polîsan xwestibû nasnameya ciwanan kontrol bike. Lê ciwan li ber vê pêkanînê rabûne. Bi vê bertekê re polîsan êriş biriye ser ciwanan û li ciwanê bi navê Ebûbekir Çikmaz xistine û paşê ew destgîr kirine. Piştî destgîrkirinê polîsan bi ser mala Çikmaz de girtine. Di dema serdegirtina malê de polîsan li mêvanê ku li mala Çikmaz bûye jî xistine û pozê wî şikandine. Piştî pozşikandinê polîsan ji mêvan re gotine "Bibore , bi nezanî çêbû."
Di dema lêgerînê de tablet û telefonên 4 ferdên malbatê jî hatine desteserkirin.
Her wiha hat hînbûn ku polîsan Çikmaz biriye Midûriyeta Polîsan a Cizîrê.