Li Binarê Qendîlê pîrozbahiya 8'ê Adarê

Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Binarê Qendîlê pîrozbahiyek hate lidarxistin.

Li gel girseyeke qelebalix Hevşaredara Binarê Qendîlê Gulale Osman, nûnera RJAK'ê Destan Resûl û ji rêveberiya Kongreya Star Şîrîn Hesen tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahiya ku li gundê Bûkrîskan ê Qendîlê hate lidarxistin diyarî berxwedana li Efrînê hate kirin.

Hevşaredara Binarê Qendîlê Gulale Osman di destpêka axaftina xwe de 8'ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jinên berxwedêr, şehîdan û têkoşerên Efrînê pîroz kir.

Gulale Osman işaret bi cudahiya 8'ê Adara îsal ji yên bihurî kir û got, "8'ê Adara îsal bi berxwedana Efrînê tê tacîdarkirin. Jinên Kurd û Rojhilat Navîn li Efrînê ji bo jiyaneke hevpar têdikoşin. Jin jiyan e û şoreşa jinê azadiya civakê ye, azadiya hemû gelan e. Dem dema azadiya jinê, azadiya Rêber Apo ye. Jinên li Başûrê Kurdistanê wê têkoşîna xwe ya ji bo vê armancê bidomînin. Ne tenê 8'ê Adarê, divê her roj bibe roja berxwedanê. Em li gel berxwedana jinan a li Efrînê re ne."

Nûnera Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Destan Marûf jî got, "Ji bilî azadiyê jin tiştekî din nema qebûl dikin" işaret bi rola jina a di berxwedana Efrînê de kir. 

Rêvebera Kongreya Star a Efrînê Şerîn Hesen jî bi navê jinên Efrînê pîrozbahiya Qendîlê silav kir û got, "Ji çiyayê Efrînê ji jinên Efrînê me silav ji we re anî û ez 8'ê Adarê li hemû têkoşeran pîroz dikim. Em Rêber Apo ku afirînerê bîrdoziya azadiya jinê ye silav dikin. 49 roj in Efrîn li ber xwe dide û peyama xwe dide dijmin. Jinên Efrînê dibêje 'em ê li ser axa xwe û kerameta xwe bijîn'. Jinên Efrînê dibêjin 'em dikarin bê zarok bijîn lê em bê ax û keremat nikarin bijîn. Em şagirtên Rêber Apo ne. Bi taybetî gelê Efrînê perwerdeya Rêber Apo dîtiye."

 

Endama koordinasyona KJK’ê Rewşen Mardîn di pîrozbahiyên 8’ê Adara Binarê Qendîlê de got: “Li Efrinê di pêşengtiya jina de destan berxwedanê tê nivîsîn. Ev êrîşên heyî wê binbikevin. Em vêya tenê weke şereke çekdarî nabînin ev şerekî birdoziyê ye. wê pergala dagirker a faşîst a Tirk wê li hember pergala jinê ya azad binbikevin. Jinên Kurdistan li Rojavayê kurdistan li çiyayê kurdistan li berxwe didin û koletiyê qebûl nakin. Em weke jin emê li şoreşê xwedî derbikevin. Sedsala 21’ê sedsala azadiya jin e. li rojavayê kurdistan, bi sedan jin li berxwe didin û di zanebûna azadiyê de xwe kûr dikin wextê azadiyê hatiye. Li Rojava ev 7 sal in jina kurd pêşengtiya şoreş û azadiyê dikin. Em berxwedaniya jinên Rojhilata Navîn dikin em hewl didin pêşengtiyeke rast li jinên cihanê bikin. Ji bo vê divê em weke jinên Kurd yekîtiya xwe ava bikin û pêşengtiya yekîtiya jinên cîhanê bikin. Bi pêşengtiyeke rast hemû jinên cîhanê dikarin yekîtiya xwe ava bikin. Li Efrînê êrîş li ser jinên azad heye ger em xwedî li Efrînê derbikevin em xwedî li azadiya jin û gelên azad dikin. Dem dema azadiyê ye. ger em rola xwe neleyîzinin wê faşîzm xurt bibe divê em rê nedin faşîzmê. Di serî de em berxwedana Efrînê silav dikin û 8’ê adarê li wan pîroz dikin û em dibêjin em bi we re ne.” 

Piştî axaftina endama koordinasyona KJK’ê Rewşen Mardîn koma Amara derket ser dikê.