Li Bedlîsê qedexeya derketina derve hate îlankirin

Li Bedlîsê dewleta Tirk a dagirker ku amadekariya operasyonê dike li mezra û gundê Doyûmlû yê navçeya Hîzanê qedexeya derketina derve ragihand.

Li mezra û gundê Doyûmlû yê navçeya Hîzan a Bedlîsê qedexeya derketina derve hate îlankirin.

Diyar bû qedexe di çarçoveya operasyonên leşkerî ya li herêmê de hatiye îlankirin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku li bejahiya herêmê tevgera leşkerî heye.