Li Bazîdê 8 kes hetin destgîrkirin

Di operasyona serdegirtina malan a li navçeya Bazîd a Agiriyê ya danê sibê de 1 jê zarok 8 kes hatin destgîrkirin.

Di saetên sibê de li navçeya Bazîd a Agiriyê polîsan avêtin ser gelek malan.

Di operasyonê de 1 jê zarok, dayikeke xwedî pitikek 6 mehî bi giştî 8 kes hatin destgîrkirin.

Polîsên bi ser mala M.S ê 17 salî de girtin, derî şikandin û dema dîtin ku M.S ne li mal e, çek li serê bavê wî dirêjkirin ku bang li M.S ê ne li mal bû bike ku bê mal. Polîsên ku zext li ferdên malê kirin, li malê geriyan. Ferdên malbatê gotin berî rojekê 3 polîs hatibûn malê û gotibûn; ‘Îxbar hatiye me ku diz ketine vê malê.’ Wan jî ji bo wan aniye ziman ku tiştekî wiha tine, ji herêmê çûbûn.

M.S ê 17 salî berê 4 salan ji ber parvekirinên li ser tevna civakî hatibû destgîrkirin, wê sibe derkeve pêşberî dadgehê.

8 kesên hatibûn destgîrkirin, li Midûryeta Emniyeta Navçeyê tên ragirtin.