Li Başûrê qewlê serlêdana hilbijartinan qediya

Qewlê serlêdana hilbijartinên ji bo Başûrê Kurdistanê qadiya.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinê, eşkere kir ku qewlê serlêdana lîste, koalîsyonan û partiyên siyasî ya ji bo hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê qediyaye.

Berdevkê Komîsyona Bilinda a Hilbijartinê ya Herêma Başûrê Kurdistanê Şêrwan Zirar, li Hewlêrê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku bi eşkerekirina namzetan û bi temamkirina rêkûpêkiyên ji bo hilbijartinê şûnde wê pêvajoya propagandaya partiyên siyasî bidin destpêkirin. Zirar anî ziman ku partiyan ji komîsyonê xwestiye ku pêvajoya propagandayê kurt bikin.

Tê gotin ku partiyên siyasî daxwaz kirine ku pêvajoya hilbijartinên parlamentoyê ku wê 30’ê Îlonê pêk bên, ji mehekê kêmtir be.

Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji 111 parlamenteran pêk tê.