Li Başûrê Kurdistanê hilbijartina parlamentoyê dest pê kir

Li Başûrê Kurdistanê saet 08:00’an hilbijartina parlamentoyê dest pê kir.

Îro saet 08:00’an li 2 hezar û 175 navendên dengdanê, dengdana ji bo hilbijartina parlamenyoyê destpê kir û tê payîn ku hilbijartin heta saet 18:00’an bidome.

Komîsyona Hilbijartina Serbixwe ya herêma Başûrê Kurditanê ragihandibû ku mafê  2 mîlyon û 914 hezar û 992 kesan ê dengdanê heye. 

Li gorî daneyên Komîsyona Hilbijartinê li bajarê Hewlêr 1 mîlyon û 36 hezar û 419 dengdêr hene. Ji bo dengdanê jî 499 navendên dengdanê hatine danîn.

Li parêzgeha Silêmanî jî 1 mîlyon 134 hezar û 760 dengdêr hene û wê li 476 navend, 2 hezar û 307 cihan dengê xwe bidin.

Li parêzgeha Dihokê jî mafê 677 hezar û 794 kesan ê dengdanê heye û wê li 257 navendan dengê xwe bidin.

Li parêzgeha Helebce jî 77 hezar û 17 dengdêr hene û wê li 28 navendan dengê xwe bidin.

Di vê hilbijartinê de 773 namzet ji bo 111 kursiyên parlamentoyê wê têbikoşin. 241 namzet jinin û 532 namzet jî zilamin.

Hêjayî gotinê ye cara 5’an e ji bo parlamentoya Kurdistanê hilbijartin tê kirin. Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ji 110 kursiyan pêk tê. 100 kursî ji bo Kurd û 10 kursiyên din ji bo pêkhateyên Tirkmen, Mesihî, Ermenî û kêmnetewên din hatine diyarkirin.