Li Başûrê Kurdistanê dengdana taybet destpê kir

Li Başûrê Kurdistanê îro seat 08:00’an li 99 navendan dengdana taybet a ji bo ji bo hilbijartina parlamentoyê destpê kir.

Îro seat 08:00’an li 99 navend û 431 cihan  herêma Başûrê Kurdistanê dengdana taybet ya ji bo hilbijartina parlamentoyê destpê kir. Li gorî lîsteya Komîsyona Hilbijartina Serbixwe li herêma Başûrê Kurdistanê  mafê 170 hezar û 469 kesan ê dengdanê heye.

Li gorî Komîsyona Hilbijartina Serbixwe li bajarê Hewlêrê 72 hezar û 653 dengdêrên taybet heye û wê li 41 navend û  201 cihan  dengê xwe bidin.

Li aliyê din li parêzgeha Silêmaniyê jî 62 hezar û 220 dengdêr hene û wê li 37 navend û 172 cihan dengê xwe bidin.

Li Dihokê jî  33 hezar û 421 kes wê li 30 navend û 92 cihên dengdanê dengê xwe bidin.

Li parêzgeha Helebce jî 2 hezar û 175 dengdêr wê li 7 navendên dengdanê dengê xwe bikarbînin.

Hilbijartina Parlmentoya Başûrê Kurdistanê jî wê 30'ê Îlonê pêk were..