Li Başûr çalakiyên erkdarên parêzvaniyê dewam dikin

Erkdarên parêzvaniya avahiyên hikûmetê û partiyan dike, ji ber mûçeyên wan nehatine dayîn li qadan in. Erkdaran anîn ziman ku eger daxwazên wan bi cih neyên anîn wê çalakiyên xwe mezin û geş bikin.

Erkdarên parêzvaniya avahiyên hikûmetê û partiyan dike, ji ber mûçeyên wan nehatine dayîn ev heftyeke li qadan in. Erdkarên parêzvaniyê yên ku ev 3 sal in ji sedî 65’ê mûçeyên wan hatine birîn û 3 mehên dawî mûçeyên xwe negirtine, ji ber negirtina mûçeyên xwe bi taybet li Hewlêr, Silêmanî, Ranya û Germiyanê çalakiyan lidar dixin.

OMER: ÇALAKIYÊN ME WÊ MEZIN BIBIN

Berdevkê Encûmena Bilind ya Erkdarên Ewlekariya Taybet a Silêmaniyê Bemo Omer ji RojNews re axivî û got; “Me di civîna xwe ya li gel hizib û endamên polîtburoya YNK’ê, herwiha berdevkê wezareta navxweyî ya Herêma Kurdistanê Celal Şêx Kerîm de, soz da ye ku serokê Hikûmet û cîgirên wan çend roj dem bidin karmendên parêzvaniyê. Ji bo ku mûçeyên wan li gel hemû rêveberên di nava wezareta navxweyî de sererast bikin.”

Herwiha Omer destnîşan kir ku mûçeyê erkdarên parêzvaniyê wezareta navxweyî ji sedî 10-30 hatiye kêmkirin û wiha domand; “Lê mûçeyê karmendên parêzvaniyê ji sedî 60 hatiye kêmkirin, ev jî bê mafiyeke mezine. Li gorî rêveberên wezaretê ku beriya çend rojan ragihand bûn, di mûçeya meha bê de wê destkarî bê kirin. Lê me vê yekê red kiriye, ji ber ku ev welatek qederê ye ne diyare wê mûçeya meha bê were dayîn yan na.”

Omer diyar kir ku ji xwe destkarî di mûçe de hatibû kirin û ji bo wan 99 hezar dînarê Iraqî hatibû zêde kirin. Ev yek jî ti bandorê li ser jiyana wan nake.

Herî dawî Omer got; “Ger heta dema hatî diyarkirin mûçe neyên zêdekirin, wê xwepêşandan li her derê belav bibe.”