Li Barzan û Geverê 15 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li herêma Barzanî li dijî hêza operasyonê, li Geverê jî li girê Bayê çalakî hatin lidarxistin. Herî kêm 15 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê, ku leşkerên Tirk zêdegaviyê dikin û hewl didin herêmê dagir bikin, çalakiyên gerîla dewam dikin. Li gorî agahiyên ji aliyê nûçegihanên ANF'ê yên li herêmê ve hatin ragihandin, duh saet di 10:00 de li Girê Botinî yê herêma Barzanî, li cihê ku weke 'Nuqteya Koordîne' tê naskirin, hêzên gerîla çalakiyek pêk anîn.

Hêzên gerîla li kon û çeperên leşkeran dan û di encamê de herî kêm 10 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn.

Bomberdûmana ku piştî vê çalakiyê dest pê kir dewam dike.

5 LEŞKER LI GEVERÊ HATIN KUŞTIN

Li navçeya Gever a Colemêrgê jî, gerîla duh li leşkerên Tirk ên li ser Girê Bayê xistin. Di çalakiyê de ku derb li konteynir û çeperên li ser gir hate xistin, 5 leşker hatin kuştin.

Balafirên şer ên Tirk, piştî çalakiyê bombe li herêmê barandin.

LI ŞEMZÎNANÊ ÇALAKÎ

Hêzên gerîla, duh saet di 11:00 de bi çekên giran li leşkerên Tirk ên li girê Şikêra Spî ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê dan. Hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn nehat zelalkirin.

HPG'ê hê li ser van çalakiyan daxuyaniyeke fermî nedaye.