Li Asosê Îranê keşf kir, Tirkiyeyê bombe kir, YNK bêdeng ma!

Detayên li ser êrîşa hewayî ya li çiyayê Asosê ku nêzî bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ye, zelal dibe. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, li çiyayê Asosê balafirên Îranê keşf kirin, balafirên Tirk bombe kirin û YNK jî hê bêdeng e.

Balafirên şer ên Tirk pêr bi şev bombe li çiyayê Asosê yê li nêzî bajarê Silêmanî barandin. Çiyayê Asosê li derveyî Herêmên Parastinê yên Medyayê ye û li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ye. Li vê herêma ku YNK lê serdest e, cara yekê ye êrîşeke bi balafirên şer tê kirin.

Li gorî agahiyên ku ANF'ê ji çavkaniyên YRK'ê wergirtî ye, êrîşa navborî bi hevkariya Tirkiye û Îranê hatiye kirin. Tê gotin, beriya êrîşê balafirên bê mirov ên Îranê li ser herêmê geriyane, keşf kirine û koordÎnat dane Tirkiyeyê.

Li çiyayê Asosê, hêzên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) hene. Dewleta Tirk ku bi dijminane êrîşî Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê dike, bi bombekirina çiyayê Asosê re ev êrîşên xwe gihand Rojhilatê Kurdistanê.

Balkêş e li dijî vê êrîşê hê ti partiyên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nedane. Li herêma ku êrîş lê hate kirin YNK serdest e. YNK'ê heta niha ti daxuyanî nedaye.