Li Artûklûyê 4 kes hatin destgîrkirin

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Artûklûyê di serdegirtina malan de 4 kes hatin destgîrkirin.

Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê, nîvê şevê di serdegirtina malan de 4 kes ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin. Abdulkadîr Çalhan ê ku birin Şaxê TEM'ê yê Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê 3 zarokên wî jî girtî ne. Tevî Çalhan kurê wî Abdullah Çalhan jî hate destgîrkirin. Polîsên Tirk mala Çalhan ser û bin kirin û bav Çalhan li erdê dirêj kirin.

Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Ozgur Bûlût û kesekî navê wî nehate zanîn ku li malê mêvan bûn hatin destgîrkirin.