Li Amedê terora rehînkirinê: 3 kes hatin destgîrkirin
Li Amedê bi çarçoweya terora rehînkirinê, Hevserokê Rêxistina Navçeya Kayapinarê jî di nav de 3 kes hatin destgîrkirin.
Li Amedê bi çarçoweya terora rehînkirinê, Hevserokê Rêxistina Navçeya Kayapinarê jî di nav de 3 kes hatin destgîrkirin.
Şevê dî polîsên Tirk li navçeya Kayapinarê ya Amedê bi ser malan de girtin û 3 kes hatin destgîrkirin.
Polîsên Tirk bi ser mala Hevserokê Rêxistina Navçeyê ya Kayapinarê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Kadîr Akkaya de girt. Akkaya hate rehînkirin.
Her wiha polîsên Tirk Şenol Fîdan û Gamze Gulan jî destgîr kirin.
Polîsan dema ku bi ser malan de girtin derî şikandin, mîna ku har bûbin mal serûbinî hev kirin.