Li Amedê piştî êrîşa polîsan, malbat dîsa rûniştin

Li Amedê dayikên bi terora polîsên Tirk re rû bi rû mayî, çalakiya rûniştinê pêk anîn û bûn dengê berxwedêrên zandanan.

Polîsên Tirk, ji bo çalakiya dayikan asteng bikin îro hê danê sibê dora Parka Koşûyolûyê girtin.
Xizmên berxwdêrên li zindanê ketî greva birçîbûnê, tevî vê dorpêçê xwestin careke din çalakiyê bikin lê belê polîsên Tirk êrîşê wan kir.
Di êrîşa polîsên Tirk de 5 jê dayik, 7 kes hatin derbkirin û destgîrkirin.
Polîsên Tirk bi awayekî hovane êrîşî dayika kir. Çengê dayikan mîna ku bişkîne tewandin, li serê wan dan û bi tundiyê destgîr kirin.
Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz û Mûsa Farisogûllari ku bi malbatan re tevlî çalakiyê bûyî, bi rayedarên polîsan re hevdîtin pêk anîn û di encama vê hevdîtinê de destûr hat dayîn ku malbat bi qasî nîv saetê çalakiya rûniştinê pêk bînin.
Aydenîz a ku di nav dorpêça polîsan de mayî û ji hêla polîsên Tirk ve hate tacîzkirin, lewma Aydenîz bertek nîşan da. Piştî wê mudurê polîsan, polîsê navborî ji cihê bûyerê dûr xist.
Malbatên ku demekê çalakiya xwe ya rûniştinê domandî, çûn ber avahiya TÛAY-DER’ê.
Malbatên ku di bin dorpêça polîsan de meşiyayî, bê navber dirûşmeyên, "Zarokên me rûmeta me ne" û "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin.
Malbatên ku hatî avahiya TÛAY-DER’ê, dîsa di bin dorpêça polîsan de çalakiya xwe ya rûniştinê domandin.