Li Amedê panêla rêveberiya xwecih

Li Amedê panêla ''Ji duh û heta niha rêveberiyên xwecih'' hate lidarxistin.

Yek ji şaredarê berê yê Şaredariya Mezin a Amedê Mehdî ZanA û Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Amedê Selçûk Mizrak li Odeya Mişawirên Darayî li panêla ''Ji duh û heta niha rêveberiyên xwecih axivîn.''


Mehdî Zana di panêlê de axivî û got, ''Em ê bi hev re tevbigerin, rêyeke me ya dî nîne. Ti civakeke ku bi qasî Kurdan zilmê dibîne tine, li dijî vê berxwedan jî heye. Berxwedêr hene. Dema Şêx Seîd fermandarekî ku dema kuştina Kurdan fîşek neavêtî, got, ''Ev Kurd e, pereyan lê xerc nekin''. Bi sedan sal in ev hişmendî neguherî.''

Mizraklî jî bal kişande ser yekîtî û rêxistiniyê, civak bi nasnameya xwe têdikoşin, Kurd jî bi nasnameya xwe têdikoşin û diyar kir, ''Heke em nasnameya xwe nejîn em ê ji hebûna xwe dûr dikevin. Me bernedaya mirîşka kesekî. Barabarî û talan tine. Dema ku barbar hatin jî li dijî wan em ê li ber xwe bidin. Ev Cengiz be, Mogal be ferq nake.''

Mizrakli got di şaredariyên Kurd de Kurd rengê xwe der dikin û got, ''Dema ku Kurd rengên xwe der dikin, hişmendiya dewletê ya hov sazkar dibe. Êrîş birin ser saziyên jinan, saziyên zarokan ku Kurdî hîn dikin. Ji bo çanda Kurd xebat zêde bûn. Ev xak a me ye, divê geşbûna çand, ziman divê em bixebitin. Em tim bi serbilindî sekinînin. Ji bo gelê me yê birûmet ku em hilbijartin em ê serbilind bin.''