Li Amedê mîtînga 1’ê Îlonê dest pê kir

Li Amedê ji bo 1’ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê bi pêşengtiya HDP’ê bi dirûşmeya “Ji bo aşitiyek birûmet çareseriyeke demokratîk” mîtîng tê lidarxistin. Bi hezaran kes berê xwe didin qada mîtîngê.

Mîtînga 1’ê Îlonê ya Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) li Qada Stasyonê dest pê kir. Beriya mîtîngê jinan bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TA) ji Rawestgeha Ayhan ber bi qada mîtîngê ve bi dirûşmeya ‘Em natirsin, em bêdeng nabin û em îteat nakin’ meşiyan.

Girseya gel bê navber dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” , “Li dijî faşîzmê mil bi mil” , “Ji bo aştiyeke birûmet tu jî rabe ser pêyan” , “Em bêdeng nabin, natirsin û îteat nakin” , “Me bi hev re qezenc kir em ê bi hev re biparêzin” û “Zext nikarin bi me” berz kirin.

Li qada mîtîngê jî pankartên li ser nivîsên “Êdî bes e bi bajêr û derdor re aştî” , “Jin jiyan e jiyanê nekuje” û “Li dijî faşîzm û şer em dibêjin aşitî û demokrasî” hatin daliqandin.

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, Parlamenterên HDP’ê, Hevserokên HDP’ê yên Amedê Hulya Alokmen Ûyanik, Zeyat Ceylan, Alîkara Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Beycan Taşkirina, Berdevkê Platfroma Demokrasî û Kedê Dogan Hatûn, Partiyên Kurdistanê, Hevşaredarê Bajarê Amedê Selçûk Mizrakli ku cihê wî qeyûm hatibû tayinkirin û bi hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn.

Li aliyê din bi dehan jin bi kincên xwe yên gelêrî li kolana Kutuphane Ofîs li hev civiyan û meşiyan.

Jinan bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Qeyûm bireve, bireve jin tên” berz kirin û bi laçikên spî ku sembola aştiyê ne, dabûn serê xwe.

Jinan dema hatin benda kontrolê bi tilîlî û dirûşmeyan nerazîbûn nîşanî qeyûman dan. Jin bi dirûşme û meşê ketin qada mîtîngê.