Li Amedê li dijî tecrîdê çalakiya nobedê

Serdanên ji bo nobeda 287 nûnerên saziya civaka sivîl a li Amedê li dijî tecrîdê û hestyariya ji bo grevên birçîbûnê dayî destpêkirin, dewam dikin.

Piştî nûner û rêveberên 287 saziyên civaka sivîl li 17 bajaran li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga hestyariyê ya li hember grevên birçîbûnê di serî de ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyên din a daxuyaniyek da û şûnde li Şaxa Egtîm Sen a Hejmara 1’ê ya Amedê dest bi nobedê kirin.

Li salona ku çalakî lê didome pankarta bi nivîsa ‘Li hember mirinê, jiyanê diparêzin’ hate vekirin. Heta niha hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk, endamên dîwanê, Parlementera HDP’ê ya Amedê, Hevşaredarên Rezanê Zubeyde Zûmrtû û Zeyat Ceylan, Hevşaredarên Peyîzavaa Kezîban Yilmaz û Necatî Pîrînççîogûlû li gel rêveberên rêxistin û navçeyan ên HDP’ê û malbatên girtina serdan nûnerên saziyên civaka sivîl kirine.

Di dema serdanê de Parlementera HDP’ê Semra Guzel axivî û greva Leyla Guven a kete roja 150’an bibîr xist û diyar kir ku civak hemû di tecrîdê de ye û divê ev baş bê famkirin.

Guzel anî ziman ku ji ber domandina tecrîdê girtî li girtîgehan dawî li jiyana xwe tîne û anî ziman ku ev bêdengî bidome wê çalakiyên wiha bidome.

Wekîla HDP’yî dengdana saziyên civaka sivîl a ji bo grevên birçîbûnê bi nirx dîtin û got: “Çalakiyên saziyên civaka sivîl û gel zêde bibin wê tecrîd bi dawî bibe.”