Li Amedê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî

Gerîlayên HPG’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Azad Farqî û Şehîd Jîda Ozgur de, li Amed û Çewligê çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de gelek leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku daxuyaniyek nivîskî da, ragihand ku gerîlayên HPG’ê li Colemêrgê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş û li Çewligê jî di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Azad Farqîn û Jînda Ozgur de jî gelek çalakî lidar xistine.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de têkildarî çalakiyan ev agahî da: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, 17’ê Tîrmehê saet 06:30’an çalakiyek li dijî Qereqolên Çemê Kurkê û Mawa yên girêdayî naveçeya Şemzînan a Colemêrgê lidar xistin. Di çalakiya bi awayekî pir xurt çeperên dijmin hatin xistin de, hejmara kuştî û birîndarê artêşa Tirk nehate zelalkirin.

OPERASYON BÊ KU ENCAMEKÊ BIGIRE VEKIŞIYAYE

16’ê Tîrmehê saet 00:00’an, artêşa Tirk a mêrgînger li deverên Gundê Kola, Girê Dîrek, Girê Harûna û Astenga Reş a girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê dest bi operasyonekê kirine. Operasyon 17’ê Tîrmehê saet 20:30’an bê ku encamekê bi dest bixe paşve vekişiyaye.

LI AMEDÊ ÇALAKÎ

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Azad Farqîn û Şehîd Jînda Ozgur de jî, li Amed û Çewligê li dijî leşkerên artêşa Tirk çalakiyên xurt lidar xistine.

18’ê Tîrmehê saet 05:00’an, hêzên me li dijî tabûra takan a girêdayî navçeya Pîran a Amedê çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiya çeperên dijimin bi awayekî pir xurt hate lêxistin de, bi qasî hatiye zelalkirin 4 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

Hêzên artêşa Tirk ên ku piştî çalakiyê li qadê dest bi operasyonê kirine, heman rojê bê ku encamek bi dest bixin vegeriyane.

18’ê Tîrmehê saet 19:30’an, hêzên em li dijî çeperên dijmin ên Qereqola Karer a girêdayî navçeya Azaxpêrt a Çewligê çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin leşkerek hate kuştin.

LI AZAXPÊRTÊ ÇALAKIYA SEKVANIYÊ

17’ê Tîrmehê saet 18:15’an, hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk a Qereqola Kirmizikopru ya li navçeya Pîlemûriye ya Dersimê çalakiyekî sekvanî lidar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerke hatiye kuştin.

LI DÊLIKÊ LI DIJÎ LEŞKERÊN DERKETIBÛN OPERASYONÊ ÇALAKÎ

16’ê Tîrmehê artêşa Tirk a mêtînger li devera Şêx Edîp a Bedlîsê bi desteka cerdevan û kontrayan dest bi operasyonekê kiriye. Opersyon li qontarên Mezrê û Koaniş û derdorî Gundê Dêlik bi awayê kemîn dom dike. Hêzên me li nêzî Pira Dêlikê rastî yekîneyekî ya operasyonê hatine, bi hêzên dijmin re şer kirine. Di vî şerî de hejmara kuştinên dijmin nehatiye zelalkirin.

Hêzê dagirker ên ku xwestin di bejahiyê de werin qadê, 17’ê Tîrmehê li herêma Dola Kember û Dola Ziza bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov, bi helîkopterên Kobra û balafirên şer qad bi awayekî dijwar bomberdûman kiriye.

Di tevahiya operasyon, şer û bomberdûmanê de 2 gerîlayên me bi qehremanî şer kirin û şehdî bûne. Operasyona 18’ê Tîrmehê saet 13:30’an bê ku encamek bi dest bixe vekişiyaye.