Li Amedê ciwanan li dijî tecrîdê li ser dîwaran nivîs nivîsandin

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGKH) li Amedê li dijî tecrîdê çalakî li dar xistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger li Amedê li dijî tecrîdê bi bombeyên deng çalakî li dar xistin û li ser dîwaran nivîs nivîsandin.

Di daxuyaniya koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGKH) de hate diyarkirin ku ev çalakî hatine kirin:

“Di 2’ê Gulanê de Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Ayten Beçet û Şehîd Zulkuf Gezen li ser rêya Lefkoşayê ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê çalakiyek li dar xistine.

Yekîneyên me bi fîşekên ronîavêj û bombeyên deng çalakî li dar xistine û di çalakiyê de slogan berz kirine. Yekîneyên me piştre derbarê pêvajoyê gel agahdar kirine.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Ayten Beçet li taxên Baglarê li ser dîwaran nivîs nivîsandine.

Ev çalakî li dijî êrîşên li ser dayikan bersiv in. Em ê hesabê êrîşên li ser dayikan bipirsin. Divê jinên ciwan û ciwanên Kurd daketin qadan û ji vê faşîzmê hesaban bixwazin.”