Li Amedê bi ser malan de girtin

Li Amedê polîsên Tirk bi ser malan de girtin, Rêvebera DBP’ê ya bajêr Zozan Akboga, diya wê Şukran Akboga û birayê wê Welat Akboga hatin binçavkirin.

Şevê dî polîsên Tirk li taxa Baxlarê bi ser malan de girtin. Tîmên taybet bi henceta ku ‘îxbar heye’ bi ser malan de girtin û mala li bin guhê hev xistin.

Diyar bû ku polîsên Tirk berê çekên xwe dane maliyan, gef li wan xwarine û her wiha dijûn li wan kirine. Di serdegirtinan de rêvebera DBP’ê ya Bajarê Amedê Zozan Akboga (27), birayê wê Welat Akboga (23) û diya wan Şukran Akboga (60) hatin binçavkirin. Diya wan piştre hate berdan, 2 kesên dî jî li Şûbeya TEM’ê têne hiştin.