Li Amedê 26 kedkarên perwerdeyê hatin destgîrkirin

Li Amedê di operasyona dijî mamosteyên endamên Egîtîm-Senê de 26 kedkarên perwerdeyê hatin destgîrkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rêve bir, li dijî endamên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Senê) operasyon hat lidarxistin. Polîsan di çarçoveya lêpirsînê de, di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û 26 mamoste destgîr kirin.
 
Li gorî agahiyan, polîs piştî serdegirtin û lêgerînên di malan de, çûn dibistanên mamoste lê peywirdar bûn û dolabên takekesî yên mamosteyan, di lêgerînê re derbas kirin. 

Navê 22 mamosteyên hatin destgîrkirin wiha ne: "Şenay Koç, Zeynep Alak, Kasim Aydin, Hacer Alp, Hamdîn Oztekîn, Yildirim Arslan, Abbas Şahîn, Salîha Zorlu, Tahîr Çetîn, Recep Şîmşek, Mehmet Baydemîr, Mehmet Emîn Uzel, Halîs Kizilirmak, Fatîh Mutlu, Ezgi Çelik, Nuri Aras, Savaş Saymaz, Mehmet Arda, Remzi Mehmetoglu, Ruken Çelik, Murat Derince û Devrîm Durucan ê li navçeya Farqînê erkdar bû."

Mamosteyên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Polîsan a li Amedê.