Li Amed û Colemêrgê gelek kes hatin destgîrkirin

Operasyonên qirkirina siyasî berdewam dikin. Li Amed û Colemêrgê polîsan bi ser gelek malan de girt û gelek HDP û DBP'yî hatin destgîrkirin.

Vê sibehê polîsên Tirk li navend Amedê dîsa bi ser malên Kurdan de girt û gelek rêveberên HPD'ê hatin destgîrkirin. Hevserokê Navçeya Baxlarê yê HDP'ê Necmettîn Burakmak, Hevserokê Yenîşehîrê Vahap Gunay, Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Kayapinarê Halûk Eyupoglu Hevserokê Navçeya Baxlarê yê DBP'ê Alî Alkan, rêveberê DBP'ê Ramazan Ungur û rêveberên HDP'ê Osman Don û Saît Demîr hatin destgîrkirin.

Rêveberên ku hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê, tê gotin, dibe ku zêdetir kes werin destgîrkirin.

LI COLEMÊRGÊ 8 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

8 kesên ku heftiya bihurî ji bo desteka li çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ketibûn greva birçîbûnê hatin destgîrkirin.

Ên ku hatin destgîrkirin: Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Zeynep Kaya, Hevseroka DPB'ê ya Bajêr Nûriye Aktaş, Hevserokê Navçeyê yê DPB'ê yê Geverê Nevzat Kata û endamên partiyê Şehrîban Acar, Keskîn Erol, Necîp Coşkun û Nurettîn Atsiz.